Ehmedê Xanî, hem ji hêla zimanî hem ji hêla ramanî ve deryayeke kûr e. Sînorê fikr û ramana wî gelekî fireh û dûr e. Bo ku meriv xwe bigihîne bi bal dur û gewherên behra wî, ji meriv re gelek rêberên xozneber lazim in. Tehsîn Îbrahîm Doskî jî yek ji wan rêberên edebiyata klasîk e ku vê carê jî Dîwana Ehmedê Xanî şîrove kiriye. Di vê Dîwana Xanî de pêşîn metnê eslî hatiye danîn. Piştre her helbestek, beytên wê yekoyeko hatiye rêzkirin, li binê her beytê peyv û îstilahên zor hatine îzahkirin û paş ...