Di dused salên dawî de bi hişyarkirina hestên neteweyî gelek milet li
dû esl û binyad û paşxaneya xwe ketine. Ji bo xweîsbatkirin û
bidestxistina mafê gotinê di dinyaya îro de reh û rîşên kevin bûne
çavkanû û meşrûyeta hebûnê ji bo qewman. Weku gelek miletên din
Kurdan jî xwe li vê lidaçûnê qelibandine û xwestine nîşan bidin ku
ew, yek ji qewmen Îranî yê herî qedîm bûne. Ji bo îsbatkirina vê yekê
serî li mitos û çanda xwe ya kevnar dane û di înşakirina miletbûnê de< ...