Mem û Zîna Ehmedê Xanî, divê ne tenê bi çavê çîrokekê an destanekê bê dîtin; lewra
Ehmedê Xanî, ev kitêba xwe ji bo ku deryaya dilê xwe biniqutîne ser rûpelên dilê me,
kiriye hêncet û behaneyek. Herwekî ji zarê wî yê şekirîn ev rêzikana rijiyane: Şerha xemê
dil bikem fesane Zînê û Memê bikem behane Ne‘xmê we ji perdeyê derînim Zînê û Memê
ji nû vejînim