Cizîra Botan di dîroka Kurdan de wek hiş û qelb e. Zanyarên vî bajarî bi çêkirina
hizra Kurdî û bi nûnertiya ziman û edebiyata Kurdî, hem ji aliyê hişî û hem jî ji
aliyê qelbî û manewî ve bûne rêberên gelê xwe. Seyid Qedrî Haşimî (1898-1961)
jî endamekî ji vê kevneşopiyê bû. Berhema Seyid Qedrî ya bi navê Dîwana
‘Irfan, di vê kevneşopiya ku me behskirî de cihekî girîng digire.