Di vê çapa nû da, Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk, bi formata pirtûkeke perwerdeyê ya pratîk ji nû ve hatiye amadekirin. Di pirtûkê da dîroka edebiyata Kurdî ya klasîk di çarçoveya diyalektên edebî yên Kurdî yên serdema Îslamî da bi şêweyeke kronolojîk hatiye pêşkêşkirin. Di vê çapê da Kurdiya Navîn a serdema Îslamî (fehlewiyat) jî wek beşeke serbixwe ya dîroka edebiyata Kurdî li pêşiya hemû diyalektên edebî yên Kurdî hatiye bicihkirin. Di pirtûkê da ji bo her yek ji Kurdîya Navîn, Kurdîya G ...