‘’Teqan, teht û zinar bi para me ketin; lê me ev der veguherandin welatê çand û şaristaniyê.’’
Ev hevok, puxteya têkoşîna pêşketina gelemperî ya neteweyekê ye ku digel hemû zorî, zehmetî û şertûmercên xwezayî yên dijwar bûye yekwucûd û gihîştiye armanca xwe. Ne madenên wan hebûn ne jî erd û axa wan a berhemdar; dewlemendiya wan a mezin dibistanên wan bûn. Di van dibistanan de mîna ku avê bidin ber polayî, hiş û giyanê zarokên xwe hêvisandin û bi pêşengiya çend rewşenbîrên xwe yên bi qasî t ...