Ev xebat ji wergera beşa yazdehem ya berhema Mihemed Şerîf Qazî ya bi navê Zubdetu't Tewarîxê pêk tê. Herwiha di vê xebatê de nêrîta dîroknûsiya Erdelanê, dîroknasên vê ekolê û berhemên wan hatine nasandin. Zubdetu't Tewarîx ji aliyê qaziyê Senendecê Mihemed Şerîf Qazî ve di sala 1800î de hatiye temamkirin. Berhem ji duwazde beşan pêk tê û beşa yazdehem di derbarê mîrektiya Erdelanê de ye. Di vê beşê de Qazî di derheq esl û nesebê Kurdan û dîroka mîrektiya Erdelanê de agahiyan dide. Herwiha têki ...